Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî li nêzî Baba Sûrî êrîşî DAIŞ dike

Hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dike çar êrîş li nêzî bajêrê Sûrî Bab pêk anîn, AFP roja Sêşemê (17ê Kanûna Duyem) ragihand.

"Ev êrîş encama hevahengiya berdewam ligel Turkiye ye, û me pencereyeke firsetê dît ku ew jî di berjewendiyên me yên hevbeş de ye ku em van armancan biruxînin," berdevkê hevpeymaniyê eqîd John Dorrian got. "Ev tişteke ku em pêşbînî dikin ku wê berdewam bikin. "

Di nav armacên ku di êrîşên vê heftiyê de li nêzî Bab hatin wêrankirin wesayitên tektîkî yên DAIŞ û yekîneyeke tektîkî hebûn.

Heta niha, aîkariya asmanî ya hevpeyamaniyê li deverê bi tenê di warê çavdêrî û lêgerînê de ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500