Nûçeyên Iraqê

DAIŞ asmanê Dêrazorê mişt dûman dike

Pevçûnên dijwar li bajarê Dêrezor ê Sûriyê roja Çarşemê (18ê Kanûna Duyem) qewimîn di demekê de ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" tekeran dişewitîne daku perdeyeke dûmanê çêbike û xwe ji balafirên şer ên rejîmê veşêre, AFP ragihand.

Girûpa çalakvanên lokalî ya Dêrezor 24 ji AFP re ragihand ku roja Çarşemê DAIŞ 10 çekdarên rejîma Sûriyê îdam kirin ku ew di êrîşeke DAIŞ de, ku roja Yekşemê ji bo kontrolkirina sêyeka bajarê Dêrazorê ku di destê rejîmê de ye, ligel balafirgeha serbazî ya derdorê destpê kir, hatibûn girtin.

Hat ragihandin ku bêtirî 150 kesan di şer de hatine kuştin.

Balafirên şer ên Sûriyê û hevalbendên wê êrîşên bombekirinê yên tund pêk anîn weke hewlekê ji bo rawestandina pêşketina girûpê, li gorî çavkaniyeke serbazî û Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

DAIŞ roja Sêşemê hewl da ku perdeyeke dûmanê çêbike daku cihên xwe ji êrîşê asmanî yên nû veşêre.

"DAIŞ teker û bermîlên petrola xav li Dêrezor şewitandin" ji bo rêgirtin li balafirên şer, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Ji roja Şemiyê ve, 46 şervanên rejîmê û 75 çekdarên DAIŞ hatine kuştin, ligel bêtir ji 30 sivîlan, Rewangehê got.

DAIŞ 10 çekdarên rejîmê roja Sêşemê îdam kirin "bi tankan di ser wan re çûn", Omer Ebû Leyla ji Dêrezor 24, ku nûçeyan derbarê bajarê li rojhilat welat belav dike, got.

Wî got ku kuştinên kirêt li taxên bajar ên di dest DAIŞ de pêk hatin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500