Nûçeyên Iraqê

Tohmetbarê kuştina li nadiya şevan ya Stenbolê "ferman ji DAIŞ li Reqa wergirt"

Tohmetbarê kuştina 39 kesan li nadiya şevan a Stenbolê di şeva sersalê de îdîa kir ku wî fermana êrîşê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Sûriyê wergirtiye, mediya Turkiyê roja Çarşemê (18ê Kanûna Duyem) ragihand.

BerpirsênTurkiyê roja Duşemê Abdulqadir Meşarîpov, yê 34 salî, yê ku 17 rojan reviyayî mabû piştî êrîşa ku DAIŞ jê berpirs e girt, AFP ragihand. Herwiha wan kesekî Iraqî û sê jinên Mesrî, Senîgalî û Somalî girtin.

Berpirsan tohmetbarê serekî ku bi netew Ozbekî bû û li Afxanistanê hatibû perwerdekirin nas kir, û dibêjin ku wî ev êrîş kiriye û şûnapencên wî heman yên êrîşkarê bûyerê ye.

Wî mirovî ji polîs re got ku ew di rêya Îranê re Kanûna duyema sala 2016an derbasî Tirkiyê bûye û piştre çû navenda bajarê Qoniyayê, rojnameya Huriyetê ragihand.

Wî ji polîsên Turk re got ku dema ew li Qonyayê bû, fermanek ji bajarê Raqaya Suriyê jê re hat ku wî bi êrîşeke li MeydanaTaksîmê ya Stenbolê erkdar kir, rojnameyê ragihand,

Wî got ku ew 16ê Kanûna yekem çû Stenbolê ji bo şopandina cih, lê wî biryar da êrîşê li dijî Meydana Taksîmê bêk bîine ji ber tedbîrên ewlekariyê yên xurt. Piştre wî cardin têkilî bi wî kesê ku ferman dabûne wî kir, û jê hat xwestin ku armanceke nû bibîne, di dawîyê de, yaneya şevan Reina hate nîşankirin.

Numan Kurtulmuş Cîgirê Serokwezîr got wî hêvî dikir girtina wî zilamî, dê hêzên li pişt wî diyar bike.

"Em hêvî dikin hemû hûrgiliyên derbarê hêza sereke ya li pişt wî ye eşkere bikin, herwiha kesên ku rê dan ber êrîşkar anjî êrîşkaran," wî got, li gorî ajansa nûçeyan Anadol ya dewletê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500