Nûçeyên Iraqê

Fermandarekî bilind ê Iraqî ''rizgarkirina" rojhilatê Mûsilê ragihand

Hêzên Iraqî tevahiya rojhilatê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgarkirin, AFP roja çarşemê (18ê Kanûna diwem) got, piştî sê mehan ji destpêkirina êrişeke berfireh.

Hêzên bijare di rojên dawî de derbasî taxên dawîn yên beşê rojhilatî ji Mûsilê bûn, li ser kenarê çepê yê Çemê Dîcla yê ku di nav bajêr rederbas dibe.

Di gotarekê de di civîneke çapemeniyê de li Bertelayê, baiareke dikeve rojhilatê Mûsilê, ferîq rukin Talib El-Şîxatî, yê ku serokatiya Dezgeha Dije-Terorêdike, "rizgarkirina... kenarê çepê" ragihand.

Wî got jî, lê belê, di dema ku rojhilatê bajêr dikare di bin kontrola hikûmetê de bê hejmartin, hin kar maye li benda encamdanê ye ji bo derkirina tundrewên dawî yên hîna li ber xwe didin.

"Xetên girîng û herêmên girîng hatin bi dawîkirin," wî got, û anî ziman ku " bi tenê hinek ji (eniya) bakur maye".

Hevdem, emîd Yehya Resul piştras tkir ku tevî ragihandina el-Şîxatî, dê şer li rojhilatê Mûsilê di rojên pêş de zêdetir bibe.

"El-Şexetî serokê Dezgeha Dije -Terorê ye û ew li ser herêmên ku di bin kontrola dezgehê de ne diaxivî. Hin tax hêjî tên rizgarkirin û dibe ku ev yek çend rojan dirêj bike, " wî ji AFP re got.

Hemû pirên li ser Diclê li Mûsilê , yan ji aliyê DAIŞ ve hatine wêrankirin anjî bi êrîşên asmanî yên hevpeymanan hatine rûxandin, lewra pir zehme ji DAIŞ re ku ew alîkariya çekdarên xwe yên li rojhilatê bajêr bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500