"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) 5,000 malbat li Ana girtine û wan weke mertalên mirovî bikar tîne û pêşketina hêzên Iraqî li rojavayê Enbarê hêdî dike, encumena bajarê Ana roja Sêşemê (17ê Kanûna Duyem) got.
"Piştî ku hêzên Iraqî nêzîkî gundewarên bajar bûn , DAIŞ 5,000 malbatan girtin û rê li derketina wan ji bajar girt û gef kir ku dê her kesê hewil bide derkeve ceza bike, mîna kuştinê" serkêşê encumenê Ebdulkerîm Mehmûd di daxuyaniyekê de got.
"Hêzên ewlekariyê û hukmeta xwecihî li Enbarê planek dariştine ku ji hiştina sivîlan li malên wan di dema pevçûnan de û vekirina korîdorên ewle ji wan re pêk tê," wî got.
Rênima dê bi rêya belavokên selametiyê yên ku ji asmanan li ser parêzgehê werin avêtin bên dayîn, wî got.