Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî "Gora Cona" ya bombekirî li Musilê vedigerînin

Hêzên Iraqî yên ku şerê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Mûsilê dikin roja Duşemê (16ê Kanûna Duyem) devera ku girûpê li wir yek ji navdartirîn peristgehên Mûsilê di sala 2014an de bi erdê ve rast kir vegerandin, berpirsan got.

"Me devera Nebî Yûnis vegerand... ala Iraqî li ser gorê bilind kir," Sebah Numan, berdevkê Ajansa Dije-Terorê, ji AFP re got.

Kontrola DAIŞ li du taxên din jî li rojhilatê Mûsilê roja Duşemê hatin bidawîkirin, wî got.

Peristgeha Nebî Yunis -- ku li ser cihê gora navdar a pêxemberê ku di Quranê de bi Yunis tê naskirin û di Incîlê de bi Cona tê naskirin hatiye avakirin -- mezargeheke navdar bû.

Di Tîrmeha sala 2014 de çekdaran peristegeh bomberêj kirin û teqandin, ev jî bû sedema hêrseke cîhanî pêk anî.

Ligel devera Nebî Yunis, Hêzên Iraqî Bewabet Şems, Bewabet Nerkel, taxa Şurta, Sûq Xenem, û taxa Nînewa kevin jî rizgar kirin, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Yehya Zubêdî ji Diyaruna re got.

Aniha wan ji duh ve dest bi paqijkirina deverên vegerandî ji paşmahiyên DAIŞ kirine, wî got.

"Heta saet 12:00yê nîvroja roja Sêşemê, hêzên Iraqî dora 95% ji rojhilatê Mûsilê rizgar kirine," Zubeydî got, anî ziman jî ku gelek ji rizgarkirina tevahiya rojhilatê Mûsilê re nema ye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500