Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî zeviyên nû li Ferata Jorîn kontrol dikin

Hêzên Iraqî operasyonên rizgarkirina deverên li Ferata Jorîn ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dewam dikin, Fermandarê Cezîra û Badiya ferîq Qasim Muhemedî roja Pêncşemê (12ê Kanûna Duyem) got.

"Di heyama du rojan de hêzên Iraqî zêdetirî pênc kêlometran ji zeviyên ku DAIŞ li Wadî Ebyed, başûrê Xefsa û Kampa Kevin li rojavayê Enah kontrol dikir rizgar kirin," Muehemedî ji Diyaruna re got.

"Herî kêm 20 terorîst hatin kuştin û wesayitên wan hatin rûxandin, û dest li ser çend corên çekan, di nav de avêjerek rokêtan ku li deverê hatiye sazkirin hat danîn," wî got.

"Di rojên bê de hêzên me dê ber bi Enah ve pêş bikevin daku wê ji DAIŞ rizgar bikin, piştî kontrolkirina tam a biyabana di navbera Hedîsa û Enah de," wî got.

Hêzên Iraqî roja 5ê Kanûna Duyem pêngavek dan destpêkirin ji bo vegerandina bajarokên li deverên rojavayî li nêzî sînorî bi Sûriyê re ku hîna DAIŞ wan kontrol dike, li gorî AFP.

Firqeya heftemîn a artêşê, polîs û şervanên êlên deverê pêşengtiya operasyonê dikin, ligel piştgiriya asmanî ya hevpeymaniya navdewletî armanca bajarokên Iraqî yên li rojava bi dirêjahiya Geliyê Firat dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500