Nûçeyên Iraqê

Berpirsekî Emerîkî: DAIŞ bi balafirên bê pîlot hêzên Iraqî li Mûsilê bombebaran dike

Çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bi balafirên bê pîlot yên bazirganî biçûk hêzên ewlekariyê yên Iraqî bomebaran dikin, di demekê de ku kom bi berdewamî zeviyan di şerê Mûsilê de ji dest dide, berpirsan roja Çarşemê (11ê Kanûna duyem) got.

Eqîd Brett Sylvia, yê ku "alîkariyê û şêwirmeniyê" dide yekîneya Emêrîkî li Iraqê, got ku çekdarên DAIŞ cebilxaneyên biçûk li kiwadkopteran bar dikin di hewldanekê de bo kuştina hêzên herêmî yên ku Musilê rizgar dikin.

"Ew balafirên biçûk ên bi cebilxaneyên biçûk barkirî bikar tênin," Sylvia got.

Û cebilxane ji "bombeyeke destan a biçûk " ne mestir bûn, wî got, ev bi tenê mabûku "DAIŞ bike, û wê kir û ev yek , hûn dizanin, ku kuştina bê serûber e", wî got.

Bikaranîna komê ji balafirên biçûk re, ne nû ye, Sylvia got, tevî ku di destpêkê de bi giştî wan ew ji bo keşfê bikartanîn.

"Ew (niha) wan ji bo avêtina cebilxaneyê di dema ku hêzên Îraqî di nav Mûsiê de pêş dikevin bikar tînin," wî got.

Hêzên Iraqî roja Pêncşemê du taxên nû li rojhilatê Mûsilê rizgar kirin, fermandarê operasyonê Nînewa ferîq ewel Ebdulemîr Reşîd Yarela di daxuyaniyekê de got.

"Hêzên hevbeş ên Iraqî taxên Somer û Sahîrûn rizgar kirin û ala Iraqê li ser wan hildan," wî got, diyar kir jî ku tev serkeftinê nû, hêzên Iraqî piraniya aliyê rojhilatê Mûsilê rizgar kiriye.

Li eniya rojavayê Mûsilê, hêzên asmanî yên Iraqî serkêşekî bilind ê DAIŞ roja pênçşemê di êrîşeke asmanî ku yek ji cihên komê li taxa Amil kire armanc kuşt, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî got.

Êrîşeke asmanî ya din şeva Çarşemê destpê kir ku kampeke DAIŞ li kargeha çîmento ya Badûş ku komê ew weke navendekê bikar tanî wêran kir, wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500