Nûçeyên Iraqê

3 lîderên bilind ên DAIŞ li Mûsilê hatin kuştin

Êrîşeke asmanî ya Iraqî sê lîderên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ên bilind kuştin, berpirsê saziya ku bi navê "Artêşa Xilafetê" li Mûsilê tê naskirin di nav wan de ye, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî roja Sêşemê (10ê Kanûna Duyem) got.

"Hêza Asmanî ya Iraqî êrîşek ku armanca molgehên DAIŞ dike pêk anî, û sê lîderên herên bilind ên girûpê kuştin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Ehmed Mezel Ecemî, ku bi navê Ebû Seîd Ensarî tê naskirin, neteweyiyekî Seûdî ku dibêjinê berpirsê Artêşa Xilafetê li Mûsilê; Hazim Ekidî, ku bi navê Ebû Senan tê naskirin, û berpirsê serbazî yê hêza êrîşker a DAIŞ e; û Mihemed Ismaîl Ebdula, ku bi navê Ebû Letîf Xatûnî tê naskirin, berpirsê xwekujên Ereb bû," di nav kuştiyan ne, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500