Nûçeyên Iraqê

Êrîşên nû li Sûriyê dema ku destpêkirina danûstandinên Estana piştrast dibe pêk tên

Balafirên serbazî yên Sûrî hejmareke êrîşan li ser çend deverên welat roja Çarşemê (11ê Kanûna Duyem) tevî agirbesta qels pêk anîn, hevdem Rûsya piştrast kir ku 23yê Kanûna Duyem tarîxa danûstandinên nû ye, li gorî AFP.

Tê niyazkirin, ku danûstandinên ku dê li paytexta Kazaxî Estana pêk bên, li ser bingeha agirbesta ku ji dawiya Kanûna Yekem destpê kiriye bên avakirin, ku ji aliyê Rûsiya û Turkiyê ve tê piştgirîkirin.

Agirbest bi sedema tundûtujiya beredewam, bi taybetê nêzî Şamê, ketiye metirsiyê de.

Di şevekê de, û ber bi roja Çarşemê ve, balafirên serbazî yên rejîmê êrîşî deverên opozisyonê li parêzgehên Heleb û Idlibê û deverê Xûta Rojhilatî kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Êrîşên ku bi dirêjahiya şevê li Idlibê pêk hatin molgehên Eniya Nusra, ku niha bi Eniya Fetih Şam tê naskirin, ku ne beşek ji agirbestê ye, armanc kirin, Rewangehê got.

Êrîşên li ser Teflenaz sê çekdarên girûpeke alîgirê Eniya Nusra kuştin, Rewangehê got.

Sibeha roja Çarşemê, êrîşên rejîmê êrîşî Xûta Rohilatî jî kirin, Rewangehê got, ku tê de jinek hat kuştin û neh kesên din jî birîndar bûn.

Rewangehê qala pevçûn û êrîşine asmanî li ser devera Wadî Bereda , ku ji destpêka agirbestê ve li 30ê Kanûna Yekem rastî tundûtûjiyên gelek dijwar hatiye, kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500