Nûçeyên Iraqê

Kuştina 2 xebatkarên DAIŞ di êrîşekê de li Sûriyê hat piştrastkirin

Tîmekî hêzên komnado yên hevpeymaniya navdewletî du xebatkarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di êrîşekê de li Sûriyê di dawiya hefteyê de kuştin, berpirsekî wezareta berevaniya Amerîkayê roja Sêşemê (10 Kanûna Duyem) piştrast kir.

Berpirsê berevaniyê ji AFP re got ku du xebatkarên DAIŞ di operasyona Dêrazorê de hatin kuştin, Ebû Enes Iraqî jî, "xebatkarekî bilind e", di nav wan de bû.

Ew herdu zilamên ku di wesayitekê de li ser rêyeke sereke ya îzolekirî bûn, ku dora 50 kîlometran ji Dêrazorê dûr e, di êrîşekê de ku hêxên komando yên hevpeymaniya navdewletî pêk anîye hatin kuştin, berpirs got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500