Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî li Mûsilê pêş dikevin, û alîkarê Bexdadî dikujin

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) aniha tenê 30% ji rojhilatê Mûsilê kontrol dike, fermanderê operasyonên Nînewa, Necimeddîn Kerîm Cibûrî roja Sêşemê (10ê Kanûna Duyemê) got.

Hêzên Iraqî gelek tax li derdora Zanîngeha Mûsilê piştî pevçûnên dijwar ligel DAIŞ rizgar kirin ku girûp di nav wan de rastî zererên giran hat, Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Operasyon ji bo vegerandina bajarokê dîrokî, deverên Zanîngeha Mûsilê û Qesrên Serokayetî berdewam in, û em hêvî dikin ku em dê di çend saatên bên de rizgarkirina wan rabigihînin," wî got.

Êrîşên asmanî yên Iraqî li Mûsilê roja Duşemê pênc çekdarên DAIŞ ên bilind, alîkarê lîderê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî di nav wan de bû, kuştin, Wezareta Berevaniyê got.

"Balafirên şer ên Hêza Asmanî ya Iraqî êrîşek li ser taxa Îslah Zîraî pêk anîn û pênc terorîst kuştin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Ebdul Wahid Xudeyir Sayir Cew'an (Ebû Luey), alîkarekî Bexdadî, Ehmed Xudeyir Sayir Cew'an, ku bi birêveberê trafîka DAIŞ tê naskirin, û Ebdilkerîm Xudeyir Sayir Cew'an (Ebû Herbî), birêveberê çandiniyê li Tel Efer û Mehlebiya, di nav miriyan de ne," daxuyaniyê got jî.

"Êrîşa asmanî, ku li ser bingeha agahiyên istixbaratî bûn, alavên serbazî û çekên DAIŞ wêran kirin," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500