Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî destkeftiyan di pêngava rizgarkirina rojavayê Enbarê de bi dest dixin

Di şerê hêzên Iraqî de li hember "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojavayê Iraqê roja Duşemê (9ê Kanûna duyem) herdu gundên parêzgeha Enbarê Mişek û Mitbic hatin rizgarkirin, Fermandariya Operasyonên Enbarê got.

"Hêzên Iraqî herdu gund piştî şerên bi lez û dijwar rizgar kirin ku tê de çekdarên DAIŞbi tenê piştî şeş demjimêran ji pevçûnên bi hêzên me neçarbûn vekeşin," fermandarê operasyonên Enbarê lîwa Ismaîl el-Mehlawî ji Diyaruna re got.

Rizgarkirina van herdu gundan, ew dikevin navbera Hedîsa û Ena ya ku di dest DAIŞê de ye, "pir girîng e ji ber ku hêzên me wan weke bingeheke pêşveçûna ji bo rizgarkirina Ena û bajarên din yên ku hîna di bin kontrola DAIŞê de ne esas digrin", wî got.

Di operasyonên rizgarkirina Ena, Rewa û Qaim ji DAIŞ 52 çekdarên tundrew di çend rojên borî de hatin kuştin, li gorî Fermandeya Operasyonên Hevbeş.

Bi hevahngiya bi Fermandeya Operasyonên Hevbeş û hêza asmanî ya Iraqî re, Şana Bazên Istixbaratî ya bi ser Wezareta Hundir ve rojên5-6ê Kanûna duyem dest êrîşeke hurbîn û bi bandor li dijî bermahiyên DAIŞ li nêzî Hedîsa pêk anîn, fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

"Êrîşa esmanî ya nêzî Hedîsa cihekî tektîkî yê DAIŞ -- veşargeheke ku ji aliyê xwekujan ve dihate bikaranîn-- armanc girt û neh kuştin ... û rêberê wan Ebu Dûa el-Cezrawî hat kuştin," daxuyaniyê got.

"Êrîşeke esmanî ya din li taxa Şîşan a Rawa hate lidarxistin, 20 endamên DAIŞ tê de hatin kuştin," daxuyaniyê got.

"Yek ji endamên herî bilind ku di vê êrîşê de hate kuştin Ebu Telha el-Ozbekistanî bû," daxuyaniyê got.

Êrîşeke esmanî li taxa Tîwana Qaim workşopeke çêkirina teqemeniyan -- ku weke workşopa Ebu Mus'ab el-Zerqawî dihate nasîn- kir armanc ku tê de heşt endamên DAIŞ hatin kuştin, daxuyaniyê got.

Daxuyaniyê got ku yek ji miriyan, endamekî bilind yê DAIŞ bû ku Murad Sebah Ewad el-Fa'urî Ebî Silêman el-Iraqî ye.

Herweha êrîşên asmanî malên bêhinvedana ya ku jê re tê gotin "wîlayet el-Furat û Bexdayê" li Qaim wêran kirin, ku tê de 15 terorîstên DAIŞ hatine kuştin û du birîndar bûne, di daxuyaniyê de hate gotin.

"Yek ji endamên herî payebilind ku hatibû kuştin Omer Hemîdî ye, ew bi navê Ebu Ezam jî tê nasîn, yê ku berpirsê mala bêhnvedanê bû," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500