Nûçeyên Iraqê

Çavê Iraqê li girtina rojhilatê Mûsilê di çend rojên bên de ye

Hêzên Iraqî di çend rojên bên de dê rojhilatê Mûsilê ji dest "Dewleta Islmaî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) derbixin, fermaderekî bilind roja Duşemê (9ê Kanûna Duyem) piştî ku serbazên wî bo cara yekem gehiştin Çemê Dicla got, li gorî AFP.

Rojhilatê Mûsilê "bi hêviya Xwedê, di çend rojan de" dê rizgar bibe, ferîq Ebdilxenî el-Esedî, fermaderekî bilind ê hêzên bijare Ajansa Dije-Terorê ya Iraqî, got.

Zelalkirinên Esedî rojekê piştî gotina berpirsan ku hêzên Iraqî li Mûsilê gehiştine aliyê rojhilatî yê pireke li ser Çemê Dicla tê ku ew yekemîn care ku di dirêjahiya operasyonê de pêk tê, pir jî bajar dike du nîv.

Ferîq ewel got ku "yekîneyên me... nêzîkî dorpêçkirina Zanîngeha Mûsilê dibin", ku kampûsa wê dikeve rojhilatê Diclayê.

Hêzên Iraqî piştî rizgarkirina çar taxan di rojekê de gihiştin berava Çemê Dicla, fermanderê operasyonên Nînewa ferîq Abdilemîr Raşid Yarela ji Diyaruna re got.

"Artêş û hêzên Ajansa Dije-Terorê gihiştine pira 4ê ya li ser Çemê Dicla ji aliyê başûr-rojhilatî ve piştî ku taxên Furqan, Wehda, Sînaa û Mezara di heyama rojekê de roja Yekşemê rizgar kirin," wî got.

"DAIŞ di van rûbirûbûnan de rastî xesarên giran hat , di nav de kuştin anjî birîndarbûna 170 terorîstan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500