Nûçeyên Iraqê

Teqîneke mezin bi tankeke Bombekirî 48 kesan li navçeyeke sînorî li Sûriyê dikuje

Di encama teqîneke mezin de bi tankereke Bombekirî li bazarekê li ber dadgehekê li bajarê Ezazê, yê ku di bin destê opozisyonê de ye û dikeve nêzî sînorê Turkiyê roja Şemiyê (7ê Kanûna Duyem), 48 kes hatin kuştin û bi dehan birîndarbûn li nêzîkî sînorê Turkiyê, AFP got.

Herî kêm 14 şervanên opozîsyonê di nav miriyan de bûn, lê piraniya kuştiyan sivîl bûn, di nav wan de pênc dadwerên olî yên ku hevalbendên komên opozisyonê yên cuda bûn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got ku nasnameya miriyan nediyar e ji ber ku hinek term bi tevahî di teqînê de hatine şewitandin.

Tu aliyekî yekser berpirsiyariya êrîşa Şemiyê li xwe negirt, lê Usame el-Merhî, parêzerê ku li cihê teqînê amade bûn, dibîne ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) berpirsiyar e.

"Ev corên ji tawanan bi tenê ji aliyê koma terorîst a DAIŞ hatine kirin", wî got. "Ew in yên ku sivîlan û kadroyên ku vî welatî avadikin dikin armanc."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500