Nûçeyên Iraqê

Hêzên Erebî-Kurdî kelha Ce'ber ji destê DAIŞ derdixin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), bi piştgiriya balafirên hevpeymaniyê, kelha Ce'ber a kevnar li Reqa ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vegerandin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Pêncşemê (5ê Kanûna Duyem) got.

Pêşketina ber bi kelhê ve, ku dikeve li ser berava Gola Esed li gundewarên bakurê rojavayê Tebqa li parêzgeha Reqa, piştî pevçûnên dijwar navbera DAIŞ û hevpeymaniya Erebî-Kurdî hat, û kuştî ji herdu aliyan hebûn, Rewangehê got.

Ew piştî pevçûnên tund li rojhilatê devera Ce'ber û nêzîkî Siwêdiya hat, ku herdu li ser beravên bakurê çemê Firat in nêzîkî bendaveke stratejîk ku hevpeymanî hewl dide ji destê DAIŞ derxe.

Endamên DAIŞ xwe ji egera jidestdana Tebqa re, ku dê weke deriyekî bo Reqa ji hêzên rizgarker re xizmetê bike, amade dikin, bi rêya belavkirina propagendeya ku dibêje ev şikestin dê bi rêya serkeftinên din were qerebûkirin.

Weke amadekarî ji şikestina mumkin re, DAIŞ herwiha zindaniyên xwe birin derveyî Tebqa, Rewangehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500