Nûçeyên Iraqê

Heta niha 45 taxên Mûsilê hatine rizgarkirin: Hêzên Iraqî

Artêşa Iraqî û Dezgeha Dije-Terorê heta niha 45 taxên rojhilatê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirine ji dema destpêkirina operasyonan ji 17ê Cotmehê ve, fermandarekî payebilind ê artêşa Iraqê roja Înê (6ê Çileyê) got.

"Çil û pênc taxên niştecihbûnê yên li berava çepê ya Mûsilê hatine rizgarkirin, û pir nemaye ku hêzên me bigihin Çemê Dîcle," serokê Dezgeha Dije-Terorê Ferîq Rukin Talib Şexatî got.

"Birayên we di hêzên çekdar de berdewam in di lêdana asêgehên DAIŞê û kombûnên wê de bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî," wî di daxuyaniyekê de got.

Heta niha, operasyon berdewam in li taxên ku weke herêmên DAIŞ yên asê ne, û em dê rizgarkirina wan di demeke nêzîk de rabigihînin," Şexatî got.

"Xema me ya sereke di van operasyonan de rizgarkirina welatiyan û parastina jêrxaneya Mûsilê ye," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500