Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî dest bi operasyonên rizgarkirina herêmên rojavayî kirin

Hêzên Iraqê roja Pêncşemê (5ê Kanûna duyem) êrîşek despêkirin bi armanca rizgarkirina navçeyên di bin kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li herêmên rojavayî yê nêzîkî sînorê bi Sûriyê re, AFP ragihand.

"Operasyona leşkerî li herêmên rojavayê Enbarê destpê kir daku wan ji DAIŞ rizgar bike," ferîq Qasem Muhemedî, fermandarê Hêza Operasyonên Cezîrê, got.

Wî got operasyon bi serkêşiya firqeya 7emîn ya artêşê, polîs, û şervanên ji eşîrên herêmî yên ku dijtiya DAIŞ dikin, bi û alîkariya asmanî a hevpeymaniya navdewletî hat lidarxistin

Armanca sereke ya vê operasyonê Ena, Rawa û Qaim in, bajarên rojavayê Iraqê li ser derêjaya Newala Firatê ne, û navçeye Ena armanca herî lezgîn e.

Muhemedi got ku "Hêzên me ji Hedîsa ber bi Ena ve ji çend hêlan ve pêş dikevin,".

Hedîsa qet ji aliyê DAIŞ ve nehatibû girtin, dema ku komê derbasî seranserê Îraqê di 2014 de bû û ew warê eşîreteke ku pêşengiya têkoşîna li dijî endamên DAIŞ li herêmê dikir bû.

Nazim el-Cuxeyfî, fermandarê şervanên eşîra Hedîsa, got ku "saeta sifir destpêbû ji bo rizgarkirina herêmên rojava".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500