Nûçeyên Iraqê

Otombîleke bombekirî herî kêm 15 kesan li bajarê beravî li Sûriyê dikuje

Herî kêm 15 kes di teqîna otombîlekê li bajarê dberavî Cebla yê Sûrî, ku asêgeheke rejîmê ye, roja Pêncşemê (5ê Kanûna Duyem) hatin kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Televizyona dewleta Sûrî jî qala teqînê kir û xwekujek tohmetbar kir û got ku herî kêm neh kes mirin û 25 birîndar bûn, AFP ragihand.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdulrehman go ku teqîn nêzî stadyûma bajar bajarok pêk hat, û anî ziman jî ku nediyar e kuştî sivîl anjî endamên hêzên alîgerê rejîmê ne.

Wî got ku hêzên ewlehiyê devera ku teqîn lê pêk hat dorpêç kirin.

Di Gulana sala borî de, zincîreke êrîşên xwekujî li Cebla û Tertûs çêbûn ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kiribûn stûyê xwe û zêdetirî 170 kesî di wan de hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500