Nûçeyên Iraqê

15 çekdarên DAIŞ li Selahdîn hatin kuştin

Herî kêm 15 çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), xwekuj jî di nav wan de bûn, di operasyoneke ewlelarî de li parêzgeha Selahedîn roja Pêncşemê (5ê Kanûna Duyem) hatin kuştin, Wezareta Berevaniya Îraqî got.

Hêzên Iraqî yên hevbeş operasyoneke berfireh li Maxûl li devera Bêcî, cihê ku wan "hejmareke malên bihinvedana DAIŞ" li wir dîtin, destpê kirin, wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Hêzên Iraqî ligel terorîstan rûbirû bûn û 15 ji wan kuştin ku hin ji wan jî xwekuj bûn, û 10 wesayit wêran kirin, hin ji wan tejî teqemenî bûn," daxuyaniyê got jî.

"Operasyon gelek serkeftî bû û di encama wê de rêya sereke ya ku Bexda û Mûsilê bi hev girê dide dîsan ji trafîkê re vebû," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500