Hêzên Iraqî nêzî 70% ji rojhilatê Mûsilê ji çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vegerandin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş roja Pêncşemê (5ê Kanûna Duyem) ji Diyaruna re got.
"Hêzên Iraqî sibeha roja Pêncşemê tevahiya taxên Mîsaq û Şeyma girtin û operasyonên berfireh ên maliştin û paqijkirinê li van taxan destpê kirin," berdevkê fermandariyê Yehya Zubêdî ji Diyaruna re got.
"DAIŞ di operasyonên serbazî de rastî xesarên mirovî û materyalî yên giran hat û neçare bû ku vekişe," wî got, bal jî kişand ku aniha hêzên Iraqî alîkariyê pêşkêşî sivîlan li taxên ku nû hatine rizgarkirin dikin.