Nûçeyên Iraqê

Turkiyê çekdarê Istenbûlê nas kir û girtinên nû pêk tîne

Turkiyê roja Çarşemê (4ê Kanûna Duyem) got ku wê karî çekdarê ku êrîşa sersala nû li ser yaneyeke şevê pêk anî ku 39 di êrîşê de mirin nas bike, AFP ragiahnd.

Di nav wan 39 kesên ku di êrîşa ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kir situyê xwe de hatin kuştin 27 ji wan biyanî bûn, di nav de sivîlên ji Lubnan, Erebistana Seûdî, Ûrdun, Iraq, Tunis û Mexrib bûn.

"Nasnameya kesê berpirs ji êrîşê hat naskirin," Wezîrê Derve Mevlut Cavusoglu ji ajansa nûçeyan a dewletê Andadolu re, bê ku tu navî bide.

"Hewilên ji bo girtina wî kesî berdewam in," wî got, anî ziman jî ku mala kesê gumanlêkirî lê jiyan dike "hat pişkinînkirin".

Li bjarê Izmîrê yê dikeve rojavayî welat , herî kêm 20 kes, 11 ji wan jin bûn, weke beşek ji lêkolîna derbarê êrîşê hatin girtin, Anadolu ragihand.

Ajansa nûçeyan got ku ew biresen ji Navenda Asya û Sûrî bûn, lê ajansa nûçeyan Dogan got ku ew endamên sê malbatan bûn.

Girtinên nû hejmara van girtiyan digehîne herî kêm 36 kesî, du ji wan kesên biyanî ne ku roja Sêşemê ji aliyê polîsên Turk ve li balafirgeha serekî li Istenbûlê hatin girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500