Hêzên Îraqî deverên nû li rojhilatê Mûsilê roja Sêşemê (3ê Kanûna Diwem) rizgar kirine û di sê taxan de pêşketine piştî ku rûbirûyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bûn di şerên dijwar ên roja Çarşemê de, Fermandariya Operasyonên Nînewa got.
"Hêzên Iraqî ala Iraqî, li taxa Tamîm, devera pîşesaziyê û li herêma Maerid hilda," Fermandarê operasyonên Nînewa Necmedîn Kerîm el-Ciburî ji Diyaruna re got.
Berbanga roja Çarşemê, hêzên Iraqî debasî taxên Şeyma, Wehdê û Filistîn bû, û rûbirûyê çekdarên DAIŞ bûn û windahiyên giran di şer de gihandin wan, wî got.
Hejmara kesên ku ji Nînewa ji 17ê Cotmehê ve aware bûne, heta niha gihştiye 150,000 kesî, Wezareta Koç û Koçberan roja Sêşemê got.