Nûçeyên Iraqê

Gunehbarê Sûrî yê êrîşa li Berlînê tê dadgehkirin

Endamekî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku bi pêkanîa êrîşa li Berlînê li Elmanya roja Çarşemê (4ê Kanûna diwem) gunhbar e hate dadgehkirin, AFP ragihand.

Tawanbarê, 20 salî yê bi nasname Sûrî Şas el-Muhemed, bi şerkirina di rêzên DAÎŞ li Sûriyê ji bo du salan berî ku ew biçe Elmanya weke penaberekî di Tebaxa 2015 de hat sûdarkirin.

El-Muhemed li dadgeha ewlekariya taybet a rewletê li Berlînê li ser tawana endametiya rêxistineke biyanî ya terorîst û binpêkirina yasaya çekên leşkerî tê dadgehkirin.

Hat gotin ku ew xwe "têkiliyên nêzîk" bûn bi DAÎŞ re û çend caran hatiye paytexta Elmaniya heta sibata 2016 ji bo nîşankirina xalên armancan û cihên geştyarî yên dagirtî ji bo êrîşkirina wan.

Wî piştre bi xwedêgiravî "agahiyên derbarê armancên êrîşên gengaz veguheztin peywendiyên xwe [di nav DAIŞ de]", dadgehê di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500