Nûçeyên Iraqê

Serkêşên Eniya Nusra di êrîşekê de li Sûriyê hatin kuştin

Di êrîşeke asmanî de li Sûriyê roja Sêşemê (3ê Kanûna Duyem) herî kêm 25 endamên Enya Nusra (ANF), ku bi navê Enîya Fetih el-Şam tê zanîn, di nav wan de kesên paybilind, hatin kuştin, AFP ragihand.

Balafirên nenas li yek ji bingehên herî girîng ê komê li Sûriyê, li herêma bakurê-rojavayê parêzgeha Idlibê xistin, Rawangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdilrehman got.

Di nav miriyan de endamên sereke yên komê, yên ku civînek li wir li dar dixistin , wî got, beyî ku nasnameya wan diyar bike.

Êrîşê piştî çar rojan ji agirbesta lawaz di navbera rêjîma Sûriyê û komên oposîtsyonê yên serekî de, ku ji alîyê Rusya û Tirkiyeyê ve hate navbênkarîkirin, hat.

Agirbest ne Enya Nusra (ANF) nejî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li xwe nagire..

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500