Nûçeyên Iraqê

Rojnamevaneke Iraqî azad e piştî hefteyekî ser revandina wê

Rojnamevana Iraqî Efrah Şewqî Hemûdî roja Sêşemê (3ê Kanûna Duyem) hat berdan, hefteyekê piştî ku ji mala xwe li Bexdayê ji aliyê hin çekdaran ve hat revandin , xwuşka wê û berpirsên ewlehiyê gotin.

"Rast e," xweşka wê Nibras Şewqî di nameyeke nivîskî de ji AFP re got dema ku li dor raportên derbarê serbestberdana xwuşka wê pis jê hat kirin.

Fermandariya Opeasyonên Hevbeş yên Iraqî li Bexdayê serbestberdana wê piştrast kir.

Hemûdî, 43 salî, karmenda rojnama Şerq Ewset e û ligel hejmareke malperên nûçeyan, mîna Eklam dixebite. Ew pispor e di rojnamegeriya lêlokînî de û pirsên jinan de.

Di konfranseke rojnamevanî de beriya nûçeya serbestberdana wê roja Sêşemê, Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî got ku sedemên revandina wê siyasî û tawankarî ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500