Nûçeyên Iraqê

Almanya Sûriyekî digre li ser îdiayên niyeta wî ya teqandina otombîlekê

Desthilatên Almanî roja Duşemê (2ê Çileyê) gotin ku polîsan zilamekî Sûrî girt ku tê îdiakirin ku wî daxwaz ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kiriye ku êrîşekê fînanse bike bi rêya bikaranîna otombîlên bomberêjkirî, AFP ragihand.

Penaberê bêkar ê 38 salî bi rêya kurtenameyeke mobaylê daxwazê ji DAIŞ dike ku 180,000 euroyan ($188,000) jê re bişîne, lêkolîneran got.

Komandosên polîsan avêtin ser mala wî li Saarbruecken nêzîkî sînorê Fransa roja Şemiyê. Ew hat girtin berî ku roja Yekşemê bi fermî were binçavkirin bi tometên fînansekirina terorê.

"Sînaryoya êrîşê " ya ku zilam pêşniyar kir ku otombîlên bomberêjkirî li Almanya, Fransa, Belcîka û Holenda werin bikaranîn heta niha nenaskirî ye, polîsan got.

Lêkolîner anîn ziman jî ku zilam "li pêwendiyên ligel DAIŞ mukir hat lê handana terorîstî înkar kir" -- bal kişand ser wê yekê jî ku wî îdia kir ku wî dixwest ku kenê xwe bi girûpa tundrew bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500