Nûçeyên Iraqê

Bulgariya jina Holendî ku "dixwest tevlî DAIŞ bibe" radest dike

Dadgeheke Bulgarî roja Sêşemê (3ê Kanûna Duyem) daxwaza radestkirina jina Holendî kir ya ku bi hewildana tevlîbûna nav rêzên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) meha borî li Sûriyê tawanbar e, AFP ragihand.

Jina 33-salî bi rêya biryara girtinê ya Ewropî dema ku ji xala sînorî ya ligel Turkiyê derbasî Bulgariya bû roja 21ê Kanûna Yekem hat giritn.

Ew ji aliyê dozgir bajarê HolendîEindhoven ve xwestî ye piştî ku polîs nameyeke bi dest nivîsî di mala wê de dît ku di nav de tê gotin ku ew ji bo tevlîbûna nav DAIŞ li Sûriyê derketiye.

Pasevanên Turk rê li gumanlêkiriyê girtin û beriya ew bikaribe derbasî Sûriyê bibe ew vegerandin, li gorî dadgeha li bajarê başûryî Haskovo.

Bulgariya, ku sînorên wê yên bejahî ligel Turkiyê hene, rêyeke serekî ye ji wan Ewropiyên ku dixwazin tevlî çekdarên DAIŞ li Sûriyê û Iraqê bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500