Nûçeyên Iraqê

Şer danustandinên aştiyê yên Sûriyê dixe metirsiyê de

Deh beşên opozîsyona Sûrî danûstandinên aştî yên nû sekinandine, û rejîmê bi binpêkirina agirbesta çar rojî bi êrîşên li nêzî Şamê ku roja Sêşemê (3yê Kanûna Duyem) dewam kirin tawanbar kirin, AFP ragihand.

Biryar trisê li ser proseya ku ji aliyê Rûsiya û Turkiya tê piştgîrdan çêdike, ku ew bi agirbestê destpê kir û dibe danustandinan li paytexta Kezax Esîtana vê mehê pêk bîne.

Agirbest hêminî li deverên berfirehên ji welat peyda kir lê belê bi kiryarên tundûtûj ên cuda cuda hat pinpêkirin, bi taybetî şerên li devera Wadî Bereda li bakûrê Şamê ya ku avê digehîne paytextê .

Hêzên rejîmê bi piştgirya çekdarên Hizbulaha Lubnanî guvaşa xwe bi êrîşa du hefteyî li Wadî Berada domand tevî agirbesta ku 30ê Kanûna Yekem destpê kir.

Deh girûpên opozisyonê di daxuyaniyekê de ku derengê roja Duşemê "cemidandina hemû gotûbêjên pewendîdar bi danûstandinên Esîtena ve" îlan kirin.

Wan got ku ew bi agirbestê pênbend bûn, lê belê rejîmê bi "binpêkirinên gelek mezin û yên berdewam, bi taybetî li deverên Wadî Bereda û Xûta Rojhilatî" li nêzî Şamê tawanbar kirin.

Şerê Wadî Berada roja Sêşemê dewam kir, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got, û hêzên rejîmêbi helîkopter û topan êrîş kirin piştî pêşketinên roja Duşemê ber bi gundewarên kaniya Ên Fîjê ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500