Nûçeyên Iraqê

Tê gotin ku êrîşkarê Stenbolê li Sûriyê ligel DAIŞê şer dikir

Desthilatên Tirk roja Sêşemê (3ê Kanûna Yekem) hewlên xwe zêde kirine ji bo diyarkirina nasname û girtina çekdarê ku 39 kes li yaneyeke şevê li Stenbolê kuştin ku tê gotin ku wî kesî li Sûriyê li kêleka "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) şer dikir, AFP ragihand.

Polîsan wêneyên tometbar belav kirin, yê ku bi germî çû yaneya şevê Reina di şeva sersalê de, ku dora 120 gule li mêvanan reşandibûn berî ku di tariya şerê de bireve.

Heta niha, 16 kes bi sedema êrîşê hatine girtin, ya ku DAIŞê roja Duşemê girte stûyê xwe, di nav wan de du biyanî ji aliyê polîsên Tirk ve li balafirgeha sereke ya Stenbolê hatin binçavkirin. Lê kujer hîn reviyayî ye.

Ji 39 kesên ku di wê êrîşê de hatin kuştin, 27 biyanî bûn, piraniya wan ji welatên Erebî, ku cenazeyên wan bo welatên wan bi şev hatin şandin û di nav wan de Libnan û Erebistana Siûdî hebûn.

Sê welatiyên Libnanî, du Urdunî û sê IraqÎ di nav miriyan de bûn, ligel hejmarek ji Siûdiyan.

Li gorî raporan polîsan di lêpirsînê de pêş ketine piştî ku bi şofêrê teksiyê re yê ku êrîşkar bire yaneyê axivîn û pêwendiyên telefonî ku êrîşkar li ser mobayla şofêr kiribûn şopandin.

Hurriyet daily got ku êrîşkar nîşan da ku baş hatiye rahênan li ser bikaranîna çekan û li Sûriyê ligel DAIŞê şer kiriye.

Quncikarê Hurriyet Ebdulkadir Selvî got ku êrîşkar di pevçûnên kolanan de li deverên niştecihbûnê li Sûriyê hatiye rahênan û ev teknîk di êrîşê de bikar aniye, ne weke nîşangirekî gule berdane.

Hevdem polîsan wêneyên zelal ên yekem bo êrîşkar belav kirin, ku yek ji wan ji aliyê kamîreyên ewlekariyê ve şeva êrîşê hatibûn girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500