Nûçeyên Iraqê

Iraq 3 kes ku bi tomarkirina otombîlan ji DAIŞ re tawanbar in girt

Sê zilamên ku rol di tomakirina wesayitên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Bexdayê dilîstin hatin giritn, Wezîrê Hundir yê Iraqê roja Duşemê (2ê Kanûna Duyem) got.

"Hêzên ewlekariyê sê zilam bi tawana tomarkirina wesayitên DAIŞ bi rêya bikaranîna belgeyên sexte bi hevkariya efser û stafên Birêveberiya Trafîkê girtin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Girtin li ser bingeha agahiyên ku ji aliyê ofîsa Mufetişê Giştî yê Wezaretê hatine wergiritn pêk hatin," daxuyaniyê got.

Jêderan got ku hejmareke sivîlan di tomarkirina wesayitên bi mohlet û bê mohlet de beşdar in bi rêyên neqanûnî û ligel hevkariya efser û stafên Birêveberiya Trafîkê, beramberî pereyan, daxuyaniyê got jî.

"Evên beşdar hatine girtin, û dest li ser komên pere û belgeyên sexte yên ligel wan hat danîn," wezaretê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500