Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî taxa Kerama ya Mûsilê vedigerînin

Hêzên Dije-Terorê roja Duşemê (2ê Kanûna Duyem) taxa Kerama li rojhilatê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin, Fermandariya Operasyonên Nînewa got.

"Hêzên Iraqî ala Iraqî li ser taxa Kerama bilind kirin û beşên mezin ji Hey Sînayî rizgar kirin," Fermandarê Operasyonên Nînewa Necmedîn Cibûrî ji Diyaruna re got.

Şerên, ku di wan de bêtirî 100 endamên DAIŞ hatine kuştin an birîndar bûn, piştgiriyeke mezin ji hevpeymaniya navdewletî werdigrin, wî got.

"Hêzên me yên serbazî tevî hemû astengiyan pêş dikevin," wî got, anî ziman jî ku ew herwiha alîkariya hawarçûnê didin xelkê deverên rizgarkirî.

Roja Yekşemê, ferîq rukin Ebdulwehab Saedî, fermandarekî bilind e di Ajansa Dije-Terorê ya Iraqî de, got ku "bêtirî 60%" ji rojhilatê Mûsilê ji DAIŞ hatiye vegerandin ji dema destpêka operasyonan di 17ê Cotmehê de.

Saedî got ku endamên DAIŞ rojhilatê Mûsilê asê kirine, ku heta niha giraniya şer li wir e, heta bi asta ku ew barhilgiran bikar tînin ji bo hildana otombîlên bomberêj li ser pireke wêranbûyî, AFP ragihand.

"Barhilgir asê ma," wî got.

Roja Pêncşemê, hêzên Iraqî "qonaxa duyem" ji şerê li rojhilatê Mûsilê ragihand, nîşana destpêka gereke nû ji şerê giran da.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500