Nûçeyên Iraqê

Artêşa Sûriyê û opozîsyon agirbesta niştîmanî piştrast kirin

Artêşa Sûriyê roja Pêncşemê (29ê Kanûna Yekem) got ku ew dê hemû operasyonên leşkerî ji nîvê şevê ve rawestîne li gorî rêkeftineke agirbestê ji alîyê Rusiya û Tirkiyê ve û bi piştgiriya organa sereke ya opozisyona Sûriyê, AFP ragihand.

"Fermandariya Giştî ya hêzên çekdar rawestandina tevayî ya hemû pêvçûnan li ser xaka sûrî ji saet sifir a roja 30ê Kanûna Yekem ragihand," Artêşa Sûriyê di daxuyaniyekê de li ser televizyona dewletê ragihand.

Artêşê diyar kir ku agirbest "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û hevalbenda Qaîda ku berê weke Eniya Nusra dihat naskirin û niha bi navê Enîya Fetih el-Şam tê naskirin li xwe nagire.

Hevpeymaniya Niştîmanî, komeke opozisyona sîyasî ya Sûriyê ye ku li Tirkiyê dimîne, piştevaniya xwe a ji agirbestê re piştrast kir.

"Hevpeymaniya Niştîmanî piştgirîya rêkeftinê dike û hemû aliyan pabendî wê yekê dike," berdevikê wê Ahmed Remedan ji AFP got.

Wî got ku komên serekî yên opozisyonê di nav wan de Ehrar el-Şam û Artêşa Islamê rêkeftina agirbestê îmze kirine, tevî ku piştrastbûneke yekser ji nûnerên opozisyonê tune bû.

"Rêkeftin agirbestê li hemû deverên ku di bin kontrola opozisyona miyanrew de, anjî di bin kontrola opozîsyona miyanrew û endamên ji Fetih el-Şam de ne, wek parêzgeha Idlibê li xwe digre," wî ji AFP re got.

Dê bibe yekem agirbesta niştîmanî ji şer re ji agirbesta ku hefteyekê dirêjkir ji 12 ta 19ê Îlonê ku ew piştî çend bûyerên tundştûjiyê hilweşiya.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500