Nûçeyên Iraqê

Polîsên Iraqî gumanlêkiriyên teqînên terorî yên li Felûca girtin

Hêzên ewlekariyê yên hevbeş pênc gumanlêkiriyên bi teqînên vê dawiyê ku bajarê Felûca li parêzgeha Enbarê kiribûn armanc girtin, fermandarê polîsên Enbarê Lîwa Hadî Kesar Erzayic roja Çarşemê (28ê Kanûna Yekem) got.

"Ev pênc terorîst endamên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) in, û destê wan di teqînên Felûca yên di hefteya borî de hebû ku ji encama wan hejmarek ji xelkê bêsûc hatin kuştin û birîndar bûn," Erzayic got.

Di operasyona şeva roja Sêşemê ya nêzîkî Felûca de herwiha sê otombîlên bombekirî ku gumanlêkiriyan dixwestin di êrîşên bê de hatin pûçkirin, wî anî ziman jî.

Hevdem, Fermandariya Operasyonên Enbarê got ku ew hejmareke zêde ji pêwendiyên telefonî ji sivîlan werdigrin ku agahiyan li ser endamên DAIŞ didin wan, berdevkê fermandariyê Eqîd Mihemed Dilêmî ji Diyaruna re got.

"Pêwendiyên zêde ji xelkê Enbarê ji bo xeta germ a bi hemar 140 tên li ser tevgerên DAIŞ, planên wan ên terorîst, cihên wan û çekên wan, bi taybetî li Felûca, Hît û Remadî," Dilêmî got.

"Ev agahî gelekî girîng in, û jiyana xelkê bêsûc diparêze," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500