Nûçeyên Iraqê

Rewangehê: Dibe ku fermandarê DAIŞ ê bilind ê li Sûriyê hatibe kuştin

Dibe ku fermandarê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) yê bilind ê li Sûriyê Ebu Cendil el-Kwêtî hatibe kuştin, piştî ku ji aliyê balafirên şer ên hevpeymaniyê ve li gundwarên Tebiqa li rojavayê Raqa hat armancgirtin, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov roja Sêşemê (27ê Kanûna Yekem) ragihand.

Êrîş di dema pevçûnên nêzî gundê Ceaber di navbera çekdarên DAIŞ û Hêzên Sûrî Demokratîk (QSD) de li nêzîkî berava bakur ya Çemê Firatê pêkhat, herdu aliyan hejmara qurbaniyan eşkere nekir, Rewangehê got.

El-Kwêtî xirabtirîn fermandarê DAIŞ bû û wî şerên Hesekê û Xaneser, herweha şerên li Iraq birêve dibirin û di navbera Sûriyê û Iraqê de di mehên dawî de çûnûhatin dikir, Rewangehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500