Nûçeyên Iraqê

Hêza asmanî ya Iraqî 4 milyon nameyên "hevsoziyê" li ser Mûsilê diavêje

Hêza asmanî ya Iraqî roja Pêncşemê (22ê Kanûna Yekemê) çar milyon name li ser Mûsilê avêtin, hevpeymaniya navdewltî got, di gavekê bi armanca peydakirina "hevsozî û piştgiriyê" ji niştecihên bajar re.

Avêtina nameyan piştî ku Saziya Raportkirina Şer û Aştiyê 17ê Cotmehê, kampaniyayek bi navê "Name ji Mûsilê re" destpê kir , di roja ku hêzên Iraqî operasyona vegerandina Mûsilê ji kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dest pê kirin, AFP ragihand.

"Nameyên hevsozî û piştgiriyê ji niştecihên Mûsilê re bi destên Iraqiyan li seranserê welat hatine nivîsîn," hevpeymaniyê di daxuyaniyekê de got.

"Ev destpêşxeriyaxelkê Iraqê ji niştecihên Mûsilê re, ku DAIŞ bo zêdetirî du salan wan dîl hiştine, dilniya dike ku ew nehatine jibîrkirin û tevahiya Iraqê ligel wan e û li bendê ne dîsan bixêrhatina vegerana wan bikin dema ku DAIŞ bê şikestin."

Li gorî hevpeymaniyê, name li ser 2,160 nameyên ku ji destpêka êrîşê bi dest hatine nivîsandin pêk tên.

Di hêlên pêşî de, zêdetirî 40 çekdarî di operasyonên başûrê Mûsilê de di 24 saetên borîn de hatin kuştin, Fermandariya Polîsê Federal ya Iraqî roja Înê got.

Ji êvara roja Pêncşemê ve di êrîşên ku armanca molgeh û asêgehên terorîstan ên nêzî kampa Xezlanî, li başûrê Mûsilê, kirin û di pevçûnên ligel hêzên Iraqî de "herî kêm 40 terorîst hatin kuştin", birêveberê Polîsê Federal ferîq Raed Şewket Cewdet ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500