Teqîna sê otombîlan li bazarekê roja Pêncşemê (22ê Kanûnê) herî kêm 23 kes kuştin li bajarokekî nêzîkî Mûsilê ku vê dawiyê ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hat derxistin, AFP ragihand.
"Êrîşeke terorîstî bi awayê teqandina sê otombîlan li bazarekê li Gogcelî 15 sivîl û heşt polîs kuştin," navenda hevahengiyê ya hêzên Iraqî yên ku şerê DAIŞ dikin di daxuyaniyekê de got.
DAIŞ êrîş girte stûyê xwe, û grûpê got ew êrîş ji aliyê sê xwekujan ve hat pêkanîn.
Gogcelî, ku çend kîlometran li rojhilatê Mûsilê ye, di 1ê Mijdarê de ji aliyê hêzên Iraqî ve hat kontrolkirin.