Nûçeyên Iraqê

NY deng ji bo çêkirina panelek ji bo amadekariya dozên tawanên şer ên Sûriyê dide

Civata Giştî ya NY roja Çarşemê (21 Kanûna Yekem) qebûl kir ku panelek pêk bê daku belgehên tawanên şer li Sûriyê kom bike, weke yekemîn pêngava dadgehkirina tawankaran di her şeş salên şer de, li gorî AFP.

Biryara sazkirina mekanîzma dûvçûnê li civata her 193-welatan bi 105 dengan li hember 15an, û bi boykotkirina 52 welatan hat dayîn.

Panel dê bi hevkariya ligel Komîsyona Lêpirsînê ya NY, ya ku çendîn rapor derbarê hûrgiliyên tawanên hatine encamdayîn bi dirêjahiya şerê ku tê de bêtir ji 310,000 kesî hatine kuştin pêk anîne, tev bigere .

Komên civaka sivîl herwiha belgeh, lîstên dîdevanan û vîdyoyan yên ku dibe rojekê di dadgehê bên bikaranîn kom kirin.

Ev rêkar ji aliyê Liechtenstein bi sponseriya 58 welatan di nav de Amerîka, Fransa, Brîtanya, Îtalya û Elmanya û herwiha Turkyê, Erebistana Siûdî û Qeter hatiye encamdayîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500