Nûçeyên Iraqê

QSD li bakurê Sûriyê li nêzî girtîgeheke DAIŞ pêş ve diçe

Hevbendiya Erebî-Kurdî roja Çarşemê (21ê Kanûna Yekem) çend kîlometran ber bi mezintirîn girtîgeha di dest "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li parêzgeha Reqa ya li bakûrê dikeve pêş ket, li gorî AFP.

Endamên Hêzên Sûriyaya Demokratî (QSD) heşt kîlometran ji girtîgeha li nêzî mezintirîn bendava welat ku li Tebqa ye û dikeve ser çemê Ferat dûr in, Rewangeha Sûrî bo Mavên Mirov got.

Roja 10ê Kanûna Yekem, QSD "qonaxa dûyem" a kampanyaya xwe li dijî paytexta dîfakto ya DAIŞ li Reqaya Sûrî, li dûrahiya dora 50 kîlometran li rojhilatê Tebqa li heman parêzgehê, ragihand.

Heta aniha hevbendiyê bi dehên gund û mezrean kontrol kirine, Rewangehê got , piştî standina 700 kîlometrên ducar ji tundrewan di qonaxa yekem a êrîşê de ku 5ê Mijdarê destpê kir .

Tê zanîn ku dîlên rojavayî di girtîgeha li nêzî Tabqa, ya ku lîderên bilind ên DAIŞ li wir dijîn, girtî ne, Rewangehê got.

Rayedarên Kurd ji AFP re roja Çarşemê eşkere kirin ku gelek cîhadî beriya pêşketina QSD reviyane.

Di dest çekdarên DAIŞ de "çekên giran tune ne -- ew lawaz in û bê berxwedan direvin", Muslim Şêx Nûh, fermandarekî hevbendiyê ye, got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500