Nûçeyên Iraqê

Li Mûsilê 11 kes di nav wan de karkerên hewarçûnê bi topên hawinan tên kuştin

Topên hawanê bûn sedema kuştina11 kes di nav wan de karkerên hewarçûnê dema ku sivîl civiyabûn ji bo wergirtina alîkarîyê li bajarê Mûsilê, NY roja Pêncşemê (22yê Kanûna yekem) got.

"Li gorî agahiyên destpêkê, çar karkerên hewarçûnê û herî kêm heft sivîl rêzbibûn ku ji bo wergirtina alîkariya awarte li rojhilatê bajarê Mûsilê bi topên hawanê ên nediyar hatin kuştin" Lise Grande, kordînatora NY a alîkariya mirovahî li Iraqê, di daxuyaniyekê de got, li gorî AFP.

"Di 48 saetên dawî de, du bûyerên cuda li wir qewimîn", ku herwiha 40 kesên dib di wan de birîndarbûn, Grande got.

"Xelkên ku li benda alîkariyê bûn ji pêşî de di metirsiyê de bûn û pêdiviya wan bi alîkarîyêbû. Divabû bên parastin, ne ku êrîşî wan bibe," wê got, û anî ziman: "Kuştina welatiyên sivîl û karkerên hewarçûnê binpêkirina hemûn binemayên mirovahiyê ye."

Hevdem, hêzên artêşa Iraqî û dije-terorê bi baldarî li taxên Filistînê, Nûr û Wehda li rojhilatê Mûsilê pêş dikevin, Fermandariya Operasyonên Nînewa roja Pêncşemê got.

"Yekîneyên hêzên roja Pêncşemê kontrola şeş molgehên ''Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê'' (DAIŞ) kirin û herî kêm 20 terorîstên DAIŞ hatin kuştin û gelek ji wan di hersê taxan de birîndarbûn", Fermandarê Operasyonên Nînewa Necmedîn Kerîm Ciburî ji Diyaruna re got.

"Operasyonên rizgarkirina Mûsilê, bê rawestan berdewam e, lê em pir baldar dibin dema ku hêzên me dighên taxên bi himbiz niştecihbûyî, lewra jî em nikarin hêzeke mezintir ji tirsa niştecîhên ku li wir in bi kar bînin", wî got.

Ji bilî vê, êrîşên balafirên Iraqî herî kêm 70 çekdarên DAIŞ li parêzgeha Nînewa roja Pêncşemê kuştin, Wezareta Berevaniyê got.

"Hêzên asmanî yên Iraqê komeke terorîstên DAIŞ li başûrê herêma Til Ebta (li rojavayê Mûsilê) kire armanc, tê de 20 endamên DAIŞ ên payebilind û 50 pasevanên wan hatin kuştin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Bi hevkariya ligel Yekîneya Istixbarata Firqa16'mîn, Dezgeha Istixbaratê a Leşkerî bingeheke DAIŞ ku 120-mm hawin û moşekên Katiyoşa yên ku di armancgirtina avahiyên ewlekariyê, û herweha alavên leşkerî û CD, li navçeya Şelalat li nêzîkî akademiya polîs, li bakurê Mûsilê girtin, wezaretê got.

Li eniya başûr, Dezgehê 45 alavên teqîner yên ku bi fişarê kar dikin ku hatibûn danîn ji bo rê li ber pêşketina hêzên leşkerî bigre desteser kirin, wezaretê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500