Nûçeyên Iraqê

Çavdêrên NY ji bo çavdêrîkirina valakirnên li Helebê belav bûne

NY roja Pêncşemê (22ê Kanûna Yekem) got kuwê bi dehên çavdêran li rojhilatê Helebê sipartine rdaku çavdêriya qonaxa dawî ya valakirinê bikin, ku rê ji artêşa Sûrî re ji bo vegerandina bajar vedike, APF ragihand.

"Sî û yek staf niha ji bo çavdêrîkirinê hatine sipartin," Jens Laerke, berdevkê ajansa mirovî ya NY, got û anî ziman jî ku kesên xwecihî û navdewletî di nav çavdêran de ne.

"Aniha hemû li ser karê xwe ne," wî got.

Daxuyanî di dema ku valakirina çekdarên opozisyonê û sivîlan ji rojhilatê Helebê kete di saatên dawî de hat.

"Valakirineke gelek mezin, zehmet û aloz îro di qonaxa dawî de deye," serokê hêza mirovî ya bi piştgiriya NY, Jan Egeland, li Cinêvê ji Diyaruan re got.

Wî got ku ji sibeha roja Pêncşemê ve, nêzî 35,000 kesî ji Helebê derketine.

"Ew gelek aloz e," wî got, ût ekezî li ser girîngiya hebûna çavdêrên NY li ser erdê dikir.

"Hebûn wate parastin," wî got.

Laerke got ku hemû çavdêr li xala derbasbûyîna Ramûsa de, navçeya li jêr kontrola hukmetê li başûrê Helebê, hatine sipartin û ew der cihê derketina karwanên valakirinê ye.

"Ev operasyoneke 24 saetî ye, û em wan bi nofan derbas dikin û der dixin," wî şirove kir, û anî ziman ku "nobet hebûn daku berdewam kesek (li xala-derbasbûyînê) hebe, ji ber ku tevger berdewam bû".

Çavdêr rewşên bêhêvî dîtin dema ku xelk her ji rojhilatê Helebê dirijîn, dema ku cesareta berfbarînê û sermayê dikirin, Laerke got.

"Şeveke gelek zehmet bû. Zivistan bi rastî dijwar e, û xelk bi sedan derdikevin bi rêya wesayitên taybet di rewşên cuda cuda yên pêwîst bi baştirkirinê," wî got, û got jî ku valakirin radiwestiya û berdewa dibû, ji ber ku otombîl xerab dibûn û xelk neçar dibûn derkevin û dehf bidin.

Hevdem Egeland got ku zêdetirî 200 bas di valakirinê de hatine bikaranîn, û zêdetirî 750 otombîl û lorî, û gelek ji wan bi tayirên pûçbûyî anjî bê petrol bûn, lê tejî xelk bûn jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500