Nûçeyên Iraqê

Lîderê bilind yê DAIŞ li Mûsil hat kuştin

Çekdarekî bilind "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) yê ku fetweyek derxistbû ku rê dide bombekirina deverên rizgarbûyî yên li Mûsilê hat kuştin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş roja Yekşemê (18ê Knaûna Yekem) got.

"Jêderên agahiyên me yên istixbaratî kuştina terorîst Ebu Eyûb Muftî, muftiyê DAIŞ li Mûsilê yê ku fetwaya rêdayîna bombebarankirina deverên rizgarbûyî li rojhilatê Mûsilê ji aliyê terorîstên DAIŞ ve derxistibû, piştrast kirin ku ew ji aliyê niştecihên xwecihî ve li bajar hat kuştin," Fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

Hevdem, artêş û Ajansa Dije-Terorê êşveçûnê li Mûsilê dewam dikin, Fermandarê Operasyonên Mûsilê, Necmedîn Edin Kerîm Cibûrî roja Duşemê ji Diyaruna re got.

"Evro em hewil didin ku em rêyekê bo çemê Diclê li navenda Mûsilê vekin. Ev ji hêzên Iraqî re bidestanîneke nû ye, ji ber ku niha şer di dilê rojhilatê Mûsilê de pêk tê," Cibûrî got.

Hejmara kesên ku ji Mûsilê awarebûne ji destpêka operasyonên serbazî ve heta bi niha gehştiye 120,000an, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê roja Duşemê got.

"Tîmên me yên meydanî di wergirtina malbatên awarebûyî ji Mûsilê de berdewam in û ew penageh û alîkariyên pêwist ji wan re peyda dikin," wezaretê di daxuyaniyekê de got. "Em hejmara diktoran li her kampekê jî zêde dikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500