Artêşa Iraqî, bi hevkariya balefirên şerker ên hevpeymaniya navdewletî, êrîşeke berfireh a "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li ser xalên polîs û artêşê yên li rojavayê Enbarê vala derxist, Fermandariya Operasyonên Enbarê roj Înê (16ê Kanûna Yekem) got.
"Artêşê rê li êrîşa DAIŞ a ku baregehên Plîsê Fedral û Artêşê yên ku 125 kîloyan dikeve başûrê rojavayê Remadî kirin armanc girt," Fermandarê Operasyonên Enbarê lîwan Ismaîl el-Mehelawî ji Diyaruna re got.
Hêzên artêşê çar otombîlên bombekirî ku xwekujan ew dihajotin teqandin û herî kêm 12 çekdarên DAIŞ kuştin û çekdarên din ber bi biyabana rojavayî ya nêzî sînorê Sûrî reviyan, wî got.