Nûçeyên Iraqê

Peyvdar: hêzên Iraqî 46 tax li Mûsilê kontrol kirine

Nîvê parêzgeha Nînewa hatiye rizgarkirin, û 46 ji 56 taxên niştecihkirî li beşê Mûsilê yê rojhilatî li jêr kontrola hêzên Iraqî de ye, Fermandariya Operasyonên Nînewa roja Pêncşemê (15ê Kanûna Yekem) got.

"Hêzên hevbeş ên Iraqî pêşketinan pêk tênin û serkeftinan bi dest dixin, bi taybet piştî dorpêçkirina "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Mûsilê û îzolekirina parêzgehê û zeviyên Iraqî ji Reqa li Sûriyê ji eniya rojavayî ve," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl got.

"Hêzên Dije-Terorê aniha 40 ji 56 taxên niştecihkirî li rojhilatê Mûsilê kontrol dike, û serbazên artêşa Iraqî 6 taxên din li eniya başûrê rojavayê Mûsilê kontrol kirine," wî got.

"Mûsil bi temamî ji aliyê hêzên hevbeş yên artêşa me ve hatiye dorpêçkirin û îzolekirin," wî got, da zanîn jî kut "pêşveçûn bi baldarî tên pêk anîn ji ber girîngîdayîna bi silametiya sivîlan".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500