Nûçeyên Iraqê

Serkeftinên hêzên Iraqî li Mûsilê zêde dibin

Hêzên Iraqî li Mûsilê bi hişyarî bi pêş ve diçin ji tirsa li ser jiyana bi sedan xelkên sivîl ku "Dewleta Isamlî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rê li ber derkeftina wan girtiye, fermanderkî Iraqî yê blind roja Pêncşemê (15ê Kanûna Yekem) got.

"Rizgarkirina Mûsilê bi tenê mesela demê ye," fermanderê Operasyonên Iraqî yên Hevbeş, ferîq Ebdulemîr Raşid Yar Ela, ji Diyaruna re got.

"Hêzên Iraqî serkeftinên mezin bi dest tînin bi awayekî rojane. Roja Pêncşemê, me pêşketinên mezin li taxên Nûr û Musena pêk anîn, û niha em ber bi bajarê kevinar ve diçin," wî got.

"Ewlehiya sivîlan tiştê herî girîng e ji hêzên me re," wî got.

Hevdem, daxuyaniya ku Wezareta Berevaniya Iraqî roja Pêncşemê belav kir got ku 70 çekdarên DAIŞ, endamên bilind jî di nav wan de bûn, li rojavayê Mûsilê hatin kuştin.

"Li ser bingeha agahiyên istîxbaratî, hêzên asmanî yên Iraqî armanca kombûneke terorîstên DAIŞ li taxê Tel Ebta, li rojavayê Mûsilê, ku 10 kîlometra ji yekîneyên me dûr e kirin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Bîst çekdarên DAIŞ ên bilind û 50 zêrevanên wan hatin kuştin, daxuyaniyê got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez serkeftinê ji we re dixwazim.

BERSIV BIDE