Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Hijmara Miriyên şerê li Sûrîyê gihiştiye 312.000

Di şerê Sûriyê de zêdetirî 312,000 kes hatiye kuştin ji adara 2011 ve, zêdetirî 90,000 ji wan sivîl in, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Sêşemê (13ê Kanûna yekem) got.

Komê got ku wan mirina 312.001 kesî qeyd kiriye, ji despêka şer ve, di nav wan de nêzî 16,000 zarok hene, AFP ragihand.

Hijmar zêdetirî 53.000 ji şervanên opozîsyonê û nêzî 110,000 ji şervanên alîgirên rejîmê, di nav wan de 60,000 leşkerên Sûrî, lê herwiha bi dehên hezaran ji milîsên Sûriyê, endamên Hizbulaha lubnanî û şervanên bîyanî ên din li xwe digre.

Herwiha komê got nêzîkî 55,000 ji şervanên tundrew di vî şerî de hatine kuştin kupiraniya wan yan ên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) anjî yên Eniya Nusra ne, ku niha ew weke Eniya Fetih el-Şam tê binavkirin.

Herwiha rewangehê got ku wê mirina 3,683 kesî ku wê nikarîbû wan binase bi belge kiriye.

Encûmena Ewlekariyê ya NY dê civîneke awarte roja Sêşemê li dar bixe daku bi awayekî bilez krîza Helebê çareser bike piştî raportên ku tê de hêzên Sûriyê bi dehan sivîl li nav bajêr bi darve kirine.

NY got ku raportên bawerpêkirî yên hêzên alîgirên hikûmetê li Helebê li ba wan hene ku tê de hêzên Sûriyê bi dehan sivîl li bajêr di nav wan de jin û zarok jî bi darve kirine di demekê de ku şerê dijwar yê li bajar nêzî bidawîbûnê dibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500