Nûçeyên Iraqê

Rapor: Dora1,500 tundrewên Ewropî ji Rojhilata navên vegeriyane

Dora sê çarîkan ji 5,000 tundrewên Ewropî yên ku çûbûn Sûriyê û Iraqê ji bo şerkirinê vegeriyane Ewrûpa, raporta YE roja Çarşemê (7ê Kanûna yekem) hişyarî da.

Zêdetirî 2,500 çekdarên ji Ewropayê li meydana cengê dimînin, lê vegera wan a bi girseyî di demeke kurt de ne diyare li gorî raporta ku ji aliyê AFP hatiye eşkerekirin.

Belcîka dilgiraniya xwe meha borî ji ber tundrewên ku bi hejmarên zêdetir divegerin Ewropa anî ziman di demekê de ku hêzên hevpeymaniyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji herêmên li Sûriyê û Iraqê derdixînin.

Raportê got ku di navbera 15 heta bi 20% ji çekdarên Ewropî li meydanên şer mirine,dora 30 heta bi 35% vegeriyane û 50 %, anjî di navbera 2,000 û 2,500 de, li meydana şer dimînin.

Dibe ku 1,750 kes vegeriya bin, li ser bingeha rêjeya sedî ya ku di raportê de hatiye, ku dê kordînatorê dije-terorê yê YE Gilles De Kerchove wê ji bo wezîrên hundir ên YE roja Înê pêşkêş bike.

Raportê got ku du curên "çekdarên biyanî ên terorîst" divegerin: "ew ên bi piranî dê dubare vegerin, û yên ku dê bi erkên taybet bêne şandin û ew yên herî xeterdar in".

Raportê got ku hin jin û zarokên Ewropî ku li ya ku jê re tê gotin xîlafeta ku ji aliyê DAIŞ ve li Iraq û Sûriyê hatiye ragihandin ji dayîkbûne an hatine mezinkirin dikarin bibin gefeke ewlekarî ji ber ku ew hatine tundrewkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500