Nûçeyên Iraqê

Vidyoyeke DAIŞ nîşan dide ku Britonê revandî li Mûsilê sax e

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vidyoyekeî belav kiriye ku tê de nîşan dide ku John Cantlie, ew rojnamevanê Brîtanî yê ku li Sûriyê beriya çar salan hat revandin, sax e û li bajarê Iraqî Mûsil dimîne, AFP roja Sêşemê (8ê Kanûna Yekem) ragihand.

Vidyoyê propagandayî ya tora Emaq ya ser bi DAIŞ ve Cantlie yê westiyayî nîşan dide ku bi Inglîzî ji kamîrayê re dipeyive bi staylê raporteke nûçeyan mîna vidyoyên kevin yên ku ew di wan de xuya kir.

Vîdyo bê tarîx bû, lê pirên wêranbûyî ku di vîdyo de diyar dibin diyar dikin ku ku ew di rojên dawî de hatine filmkirin.

Cantlie ligel rojnamevanê din James Foley di Mijdara sala 2012an de hatibû revandin dema ku wan Şerê Sûriyê rûmal dikir. Foley yekemîn girtî bû di nav gelekên din de yên ku DAIŞ ew kuştin.

Çavdêra mafên medyayê Nûçegehanên bê Sînor DAIŞ şermezar kir ji ber bikaranîna "bêzirav" a girtiyekî di rolekî de bi darêzorê daku propangadaya xwe belav bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500