Nûçeyên Iraqê

Rojnamevanekî Iraqî li Kerkûkê hate kuştin

Çekdarnan serokê radyoyeke herêmî li bajarê Iraqî Kerkûkê roja Çarşemê (6ê kanuna yekem) kuşt, ew jî kuştina herî nû ye ji zincîra kuştinan li welat, AFP ragihand.

"Çekdarne nenas ku otombîleke sipî dajotin, Mihemed Sabet El-Ubeydî kuştin," eqîdekî polîsê Kerkûkê ji AFP re got, û anî ziman ku rojnamevan di rêya de bû diçû karê xwe li navenda bajêr dema ew hat gulebarankirin.

Kesê 38 salî berpirsê îsgeha radyoya bi navê Baba Gurgur ya ku bi Erebî, Kurdî û Turkmenî weşanê dike bû, û herwiha ji tora Medya fermî ya Iraqê re kar dikir.

Hevkarê Ubeydî ji kenala dewletê Iraqiya, Rojî Enwer, kuştina wî piştrast kir.

Mirina Ubeydî piştî çend rojan ji dîtina rojnamevanekî Iraqî yê din bi kuştî li nêzîkî Duhokê li herêma Kurdistana Iraqê tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500