Nûçeyên Iraqê

Êrîşên hevpeymaniyê armanca rêyên teqînên xwekujî li Mûsilê dikin

Êrîşên hevpeymaniyê astengiyê li karîna girûpa "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) a pêkanîna teqînên xwekujî li seranserê Mûsilê dikin, generalekî Birîtanî roja Çarşemê (30ê Mijdarê) got.

Hewlên xwekujî, bi taybetî yên ku bi rêya wesayitên tejî teqemenîn tên pêkanîn, çekekî girîng e ji çekdarên DAIŞ re ku hewil didn hêzên Iraqî rawestînin hêzên ku rijd in li ser pêşketinê daku dawîn asêgeha girûpê kontrol bikin, AFP ragihand.

Lîwayekî artêşa Birîtanî, Rupert Jones, cîgirê fermanderê hevpeymaniya li dijî DAIŞ li Iraq û Sûriyê, got ku êrîşên asmanî fokus xistine ser qutkirina rêyên ku DAIŞ bikar tîne ji bo çûnûhatina li bajar.

Heta niha, êrîşan çar ji pênc pirên ku rojhilat û rojavayê Mûsilê bi hev girê didin wêran kirine, û rêyên ku DAIŞ bikar tîne tejî çal kirine, bi awayekê ku neyên borandin.

"Armanca van operasyonan kêmkirina bandora wesayitên ku bi bombeyên bidest çêkirî barkirî ne ye," Jones ji nûçegihanên Pentagon re di telefoneke vîdyoyî de ji Bexdayê got.

Pirên li ser Dicleyê ne bi temamî wêrankirî ne, lê belê beşek ji wan hatine wêrankirin daku neyên bikaranîn lê di pêşerojê de dê werin nûjenkirin, wî anî ziman.

"Em kêmbûna êrîşên xwekujî dibînin," Jones got, bal jî kişand ku sebebek heye ku "dibe wêrankirina piran wê ji DAIŞ re zehmet bike ku çekdar û cebilxane di çem re bişîne".

Iraqî dibêjin ku eger heye operasyona rizgarkirina Mûsilê şeş mehan bikşîne û Jones dibêje ku balafir "bi awayekî befirehî bi demê re bûn".

"Têgehiştina min dibêje ku dê dijmin dest bi têkoşînê bike," wî got. "Tu nikarî bajarekî ku giran lê tê berevanîkirin û bi mezinahiya Mûsilê bilez rizgar bikî, û bênfirehî gerek e."

Ferîq ewel Joseph Votel, yê ku serokatiya Fermandariya Sereke ya artêşa Amerîkayê dike, cuda li dîdara Waşington got ku şerê Mûsilê dibe bo "du mehên din dirêj bike".

Ew "bi awayekî giştî li ser rêyê ye", wî got, hevdem hişyarî da ku şerekî giran li pêş e.

DAIŞ "niha şerekî dijwar dike, lê belê dibe tu li firmêsk û westiyan ku ew jiyan dikin binêrî", wî ji Foreign Policy Initiative re got.

"Em dê li ser heman lezahiya hevparên xwe bilivin û em dê lezahiya xwe dewam bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em agahiyên paqij ku guzariştê li rasityê ser zemînê bikin dixwazin. Yeksanî di navbera herdu aliyên şer tune ne. Li gorî tiştê em dibînin, hêzên Iraqî ji bo serketinê şer nakin, lê belê ew ji mirinê direvin, lewma jî ew tên kuştin. Eger ev hejmarên mezin bi hev re weke yek zilamî êrîş bikin, dê şer bê kuştina wan hemû serbazan bidawî be. Heta niha, DAIŞ serkeftî ye, ji ber ku wê nîvê arêtêşa êrîşker kuştiye û heta niha jî bi giranî şer dike. Dîsan hesabên xwe li ber çav derbas bikin ji ber ku hun li jêr fermandariya kafiran li Amerîka û Birîtanya şer dikin.

BERSIV BIDE